Daxuyaniya Komîteya Erûpayê ya KJAR'ê (Komaleyên Jinên Azad yên Rojhilatê Kurdistanê) di derbarê Kampanyayê ji bo Azadiya Zeynep Celaliyan:

 

Werin, em hemî dest bidin hev du û bingehê zilm û bêedaletiyê hilwessînin

 

Gelek mirovên azadîxwaz di rêka gihisstina armanc û ûtopiyayên xwe, dev ji mal û canê xwe berdan û di vê rêyê de pir zehmetî û êss kissandin û hîn dikissînin. Heta roja ku mirov û mirovahî hebe, têkossîn ji bo azadî û gihîsstina edaletê wê her hebe. Bêguman zalim wê van mirovên azadîxwaz bi ssev û roja xwe bi hev ve girêbidin, da ku vê banga wan a azadiyê bifetisîne.

Girtîgeh sîmbola despot û dîktatûrî ye; girtiyên siyasî jî sîmbola berxwedanê ya li hemberî vê ne. Her yek ji we ku di dîlitiya Komara Îslamî ya Îranê de jiyan dike, sîmbola berxwedan li hemberî zor û tecawûzê, despot, bêedaletî û xofê ye. Her cûre îsskence û êssa we dibe qamccî / ssalaqê (Peitschenhieb) li ser lassê miliyonên mirovên azadîxwaz ku helwesta wan yê bêdeng ji dîktatoriya Komara Îslamî ya Îranê re, di qîrîna we de deng vedide. Felsefe û rêbazên Rêber APO, ji bo derketina ji vê rewssê li derveyî mirovahiyê, di Rojhilata Navîn û cîhanê de sînor û dîwaran ji holê radike û îradeyeke pûladîn di têkossîna ji bo azadîxwazî û lêgera edaletê de pêk bîne.

 

Ssîrîn ji canê xwe yê ssîrîn derbas dibe, lê ji rûmet û azadiyxwaziya xwe derbas nabe. Fezad bi hemû êssên ku ji îsskenceya zaliman ku dikêsse re qîr dike: „Aso rune“, heta ku dilê wî yê pak ji lêdanê dixînin. Ferhad jî mirinê wek pirekî dihesibîne, ji bo gihîsstina mirovên bi ûtopiyayên xwe. Alî, Hêmin, Bahoz, Fesîh û gelekî din bi fedakirina canên xwe rê ji bo gihîsstina azadî û edaleta civakê ronî kirin.

Zeynep Celaliyan jî îro di destên wan zaliman de ye. Ev zalim ku canê Ssîrîn, Ferzad, Ferhad û Soran û bi hezarên din standin. Zeynep Celaliyan, ccalakgirê siyaseta Kurd, di heft salên ku li girtina wê de derbas dibin, pirî caran bi tûssî rastî binpêkirina mafê mirovan hatiye. Hem îsskence bûye û hem di zindanê de ji îmkanên seretayî, ku dibe ji her girtiyê re bê dayîn, bêpar maye.

Zeynep Celaliyan, ku di sala 2008'an de bi tavana hevkarî li gel Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) û hewldana ccekdarî li dijî Komara Îslamî ya Îranê cesayê sêdarê jê re hat birîn. Ew cesa di sala 2011'an de veguherî dîlgirtina ji bo gisstî jiyanê. Li gel ku ew di zindanê de doza xwe derbas dike, lê alîkariya pêwîst ji bo dermankirina nexwessiyên ku di salên zindanê û ji ber îsskenceyên tûss pê re heye, jê re neyên dayîn. Niha, ji bo Zeynep Celaliyan xeteriya windabûyîna ccavê heye. Her wekî di salên ku di zindanê de maye de, tûssî nexwessiya îltîhaba rovî û xwîn (îc kanama) bûye û pêwîstiya acil bi derman û pisporê heye. Li gel ku malbata Zeynep destnîssan kiriyê ku wê mesrafên (Kosten) dermanên wê bide, lê memûrên asaîssê heta niha derketina wê ji zindanê qabûl nekirine. Mirovên azadîxwaz pêwîst in ku di vê mijarê de bêdeng nemînin. Werin, em hemû dest bidin destê hev û sedemên zilm û bêedaletiyê hilwessînin.

 

KJAR ji hemû jinan û mirovên azadîxwaz dawet dike ji bo azadiya Zeynep Celaliyan ku rewssa tendurustiya wê di xeterê de ye û hem wisa hemû kesên ku bi sebeba bîr û baweriyên xwe ve di zindanên Komara Îslamî ya Îranê hatin dîlgirtin, hewl bidin û pisstgiriya xwe carekî din ji hemû zindaniyan re bînin ziman. Em mirovên azadîxwaz û bi taybet jin bi hûrmeta van însanan rabin ser piyan û bi yek deng bang bikin: „Zindaniyên siyasî pêwîst in ku azad bibin!“. Di pisstgiriya ssopandina ji mafên zindaniyên siyasî û têkossîna aktîf ji bo rizariya girtiyên siyasî de divê em bi îsrar bin.

KJAR radigihîne ku ji hemû zindaniyên siyasî yên li Îranê re pisstgiriyê dike û ji bo azadiya wan ku tûssî îsskenceyên fizîkî û rihî di zindanên dewleta Îranê de ne heta rizgariya gisstiya wan, wê tekossîna xwe yê mafdexwazane bidomîne.

 

Komîteya KJAR yê Ewrûpayê

Hezîran 2015

 

 ANF, 22.6.2015

 

 

Çalakî

Spenden

Ceni Info