Di daxuyaniya nivîskî ya CENÎ de, ji ber salvegera yekemîn komkujiya Şengalê û fermana 73'an a li hemberî Kurdên Êzidî hat şermezarkirin.Buroya Aştiyê ya Jinên (CENÎ) der barê yekemîn salvegera komkujiya Şengalê de daxuyaniyek da û ji bo kampanya "Azadiya jinên Şengalî azadiya mirovahiyê ye" ya bi pêşengiya 9 saziyên jinan ên Kurd ku di nav de Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd jî heye hat destpêkirin, banga beşdariyeke xurt kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd, em meclîsa jinan a di 1. Konferansa Jinên Êzidî de bi dirûşmeya 'Jinên Êzidî wê bi rêxistinkirinê re bersivê bidin hemû fermanan' hat damezrandin, watedar dibînin û silav dikin" hat destnîşankirin ku damezrandina Meclîsa Jinên Êzidî yên Şengalê, ji bo rizgariya hemû jinên di destê DAIŞ'ê de ne, garantiya yekane ye.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an de destpê kir, herî kêm 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar kes ahtin revandin û 300 zarok û extiyar ji nêza jiyana xwe ji dest dan.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin 5000 hezar jinên Kurdên Êzidî, jinên Tirkmen, Xiristiyan û Ereb ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin, li bazaran tên firotin û hat gotin; "Ji êrîşên 3'ê Tebaxê yên DAIŞ'ê û vir ve 1500 jin ji destê DAIŞ'ê reviyan. Lê hînê 3 hezar jinên Êzidî, 150 jinên Tirkmen, 300 jinên Asûrî hene. Pêwîstiya van jin û zarokên keç ên travmayeke giran derbas kirin, bi desteka tenduristiyê heye. Jinên ku karîbûn xwe rizgar bikin gelek ji wan li kampên Zaxo û Duhokê li kampan hewl didin bijîn. Zêdeyî nîvê mirovên di destê DAIŞ'ê de ne zarokên keç in. Her jin û zarok gelek caran rastî destavêtinê hatine, bi destê DAIŞ'ê her carê tên firotin. Tevî vê bi zorê şahadet û nimêj tê kirin."

CENÎ diyar kir ku di rastiya sedsala 21'an de trajediya di şexsê jinên Şengalî de tê jiyîn, şermeke mirovahiyê ye û da zanîn ku li hemberî tevahiya jinên cîhanê şerekî ku nav lê nehatiye kirin, hatiye îlankirin. 

CENÎ û Nûneriyat Tevgera Jinên Kurd li dijî qirkirina jinê banga hevkariya têkoşînê kirin û ji bo kampanya "Azadiya jinên Şengalî azadiya mirovahiyê ye" ya bi pêşengiya 9 saziyên jinan ên Kurd ve hatiye destpêkirin, banga beşdariyeke xurt kirin.

CENÎ da xuyakirin ku rizgarkirina van jin û zarokên keç ne tenê berpirsyariya jinên Kurd e, berpirsyariya tevahiya jinên cîhanê ye û got, "Di serî de jin û saziyên li çar parçeyên Kurdistanê em ji hemû rêxistinên jinan ên li cîhanê re dibêjin, hûn jî dengê xwe tevlî qîrîna jinên Şengalê bikin."

 

ANF, 3.8.2015

 

 

 

 

 

 

 

Çalakî

Spenden

Ceni Info