Di sala 1923’an de ji aliyê rêxistina ‘alîkariya sor ya navnetewî’ ve li ser esasê protestokirina komkûjiya serhildana 18. Adara 1871 ku li Parîsê ji aliyên tevgerên anarşîst, komûnîst û sozialîst ve hatin jiyîn û zêdetirî  20.000 kes hatin qetil kirin û 13.000 kes bi cezayê mirinê hatin darizandin wek ‘roja piştgirîdayîna girtiyên siyasî’ hate îlan kirin.  

Bûroya Aşitiyê ya Jina Kurd CENÎ vê rojê bi daxwaza Azadiya hemû girtiyên siyasî di kesayeta mîmarê azadiyê û çareseriyê Birêz Abdullah Öcalan ji nû ve zindî dike û hemû kesên demokrat bi taybetî rêxistinên mafên mîrovan û yên jinan banga xwedîderketina xurttir ya berxwedaniya girtiyên siyasî dike.

Tê zanîn ku ji bo ferdek ji civakê bê qut kirin ji aliyê pergala kapîtalîst ve bi gelekî rêbazên dijmirovahî li ser esasê binpêkirina mafan û şikandina vîna mirov tê meşandin. Bi taybetî li hemberî ferdên ango civakên ku li ser esasê buyîna civakek exlaq û polîtîk ji bo jiyîna jiyanek bi rûmet li  hemberî pergala baviksalarî têdikoşin, qirkirinên fîzîkî û çandî tên ferzkirin. Ferdên ango civakên têkoşer û berxwêdêr bêgûman ji zêhniyeta desthilatdaran ve wek tehlûkeyêk mezin tên destgirtin ji lewra jî ji bo ku bikarîbin berjwendiyên xwe yên dijmirovahî bidin parastin bi avakirina girtîgehan hewldana çavtirsandina gelan û şikandina rûmeta gelan tên kirin.

Girtiyên siyasî ku taybetî li hemberî pergala baviksalarî şerek bîrdozî didin meşandin da ku bi nasnameyên xwe yên dewlemend û cîhereng bijîn, ne tenê di warê fîzîkî de tên dîl girtin, di warê derûnî de jî şerekî taybet bi êrişên fîzîkî jî tên meşandin.  

Vêya di sedsala 21 emîn de bi awayekî hîn zelaltir dixûye ku girtîgeh ji vîna azad a ferdek û civakek demokrat û azadîxwaz tû car nabe asteng.

Bi taybet li Kurdistanê ango li rêjimên dagirkeran wek Tirkiye, Sûriyê, Îran û Îrak asta hovîtiya ku li ser girtiyên siyasî tên meşandin û berxwedaniya ku ji aliyê girtiyên siyasî tên bi rêve birin ji nû ve radixîne berçavan ku li ser esasê parastina xwe ya cewherî hebûna gelê kurd bi nasnameyên xwe cîhereng çawa girtîgehan bêwate kirin.

Bêgûman di serî de di kesayeta Mîmarê Çareseriyê û Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Öcalan ku 16 salan li girava Imralî tê radest girtin ji nû ve hat îspat kirin ku fikrê azad tû car nayê dîl girtin!

Bi wesîleya vê rojê em hovîtiya rêjîma Îranê, ku bi darvekirinan giha asta herî jor û di kesayeta Zeynep Celaliyan dixûye çawa di xeta berxwedaniya Sakîne Cansiz jina kurd li hemberî hemû cûreyên şîdeta dagirkeran di jiyana azad de bi israr e, bi dijwarî şermezar dikin. Her wekî din jî li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê bi deh hezaran girtiyên siyasî bi navê operasyona KCK tên dîl girtin û nifşa nû ya civakê hewl didin bi çanda destavêtinê bidin tûne kirin.

Hewl tê dayîn di kesayetên pêşengên gelan de vîn û rûmeta gelan bidin binpêkirin û tûne kirin. Carekî din di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Öcalan diyar dibe ku fikrê azad, felsefeya azad tû car nayê dîl girtin. Em bang li  hemû kesên azadîxwaz û demokrat dikin xwedî ji çalakiyên demokrat yên gelê kurd, ku ji bo azadiya Rêberê xwe ya di warê fîzîkî pêş dixînin, ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî derkevin. Werin em diwarên girtîgehan bi rihê berxwedaniya girtiyan hilweşînin û ji nû ve îspat bikin ku vîna û fikra azad ya gelê kurd tû car nayê dîl girtin!

18.3.2015 

Bûroya Aşitiyê ya Jinên Kurd CENÎ

 

Çalakî

Spenden

Ceni Info